30 Eylül 2010 Perşembe

Cejna Zimanê Kurdî - Kürt Dil Bayramı



Cejna Zimanê Kurdî

Ji bo her gelî nirxên pîroz hene. Ziman yek ji van nirxan e ku hebûna gel bi xwe ye. Netewe dikarin bi zimanê xwe hebûna xwe biparêzin û bi vî rengî xwe mayînde bikin.

Dagirkerên ku xwestine neteweyekê ji holê rakin pêşî qedexe danîne ser zimanê wan.

Gelê kurd di teveka dîroka xwe de bi dagirkeriyê re rû bi rû maye lê ji ber ku xwedî zimanekî dewlemen u xwedî bingeheke qewînin nikaribun vê daxwaziya xwe bênin cih.

Gelê kurd bi parastina zimanê xwe, xwe jî parastiye. Neteweya kurd hebûna xwe deyndarî zimanê xwe ye.

Di jiyana her gelî de roj û cejnên taybet hene. Ji van cejnan hin jê cejnên olî ne, hin jî cejnên neteweyî ne. Di jiyana gelê Kurd de jî 15'ê Gulanê roja Cejna Zimanê Kurdî ye.

Ev roj wekî cejneke neteweyî ji aliyê gelê Kurd ve tê pîrozkirin. Sedem ku 15'ê Gulanê roja derketina kovara HAWAR'ê ye, ev roj wekî roja Cejna Zimanê Kurdî hatiye diyarkirin.

Her çiqas hin derdor 14'ê Gulanê wekî roja Cejna Zimanê Kurdî bibînin jî, tu wateyeke 14'ê Gulanê ji bo zimanê kurdî tune ye û gelê kurd vê rojê wekî roja cejna zimanê xwe nabîne.

Ez bang li hemû Gelê Kurd dikin ku îsal ji her salê bêtir di navbera 15-22'ê Gulanê de beşdarî çalakiyên Cejna zimanê Kurdî bibin û têkoşîna parastin û pêşxistina zimanû xwe bigihînin lûtkeya herî jor.

Roj roja xwedîlêderketina zimanê kurdî ye

Roj roja bilindkirina têkoşîna parastin û pêşxistina zimanê Kurdî ye û roj roja bilindkirina têkoşîna azadiya zimanê Kurdî ye.
Em ji niha ve 15'ê gulanê Cejna zimanê Kurdî li hemû gelê xwe pîroz dikin û hemû gelê xwe vedixwînin pîrozbahiyên Cejna Zimanê Kurdî...XELÎL.