26 Şubat 2012 Pazar

Çîroka Şahmeran


Carek ji cara, mamê Xidir kerê xwe hilda çû dara, lê bû wextê êvara. Mamê Xidir bala xwe dayê Gurekî ji wê da hat, lêxist Kerê wî xwar! Mamê Xirdir jê ra got, ey heywanê hovê har, qe li berûya jêrîn tunebûn berx û kar, tu hat te kerê min belengazî xwar? Gur jê ra diranê xwe li hev xist û got; mamê Xidir bes e bike guregur, evî kera çû here ji xwe ra yekê dinê bikir:





Destpêka Çîroka Şahmeran: Dibêjin rojekê li bajarê Mêrdîn’ê sêheb zarokên xort hebûnin, vana xwe berdidin binê Bîrê, ewê ji bîrê Hingiv derxînin. Wê demê jî Hingiv Xwarineke gelek girîng bû. Duhebên wî ji hev ra dibêjin em vî Hingiva ji xwe ra li hev parve bikin, em nedin hevalê xwe yê biçûk! Vana Hingivê xwe derdixînin, dikin du par, dîsa alîkarî ya hevdû dikin û ji Bîrê derdikebin û diçin!…

Ji ber ku hevalê wan ê dinê biçûk e, ew nikare ku bi tenê ji Bîrê derbikebe, wisa di hundurê bîrê de neçar dimîne. Viya bala xwe didê ji nişkave Dûpişkekî êrîşê ser wî kir, ewê bi wî vebide! Lawik lêdixîne Dûpişkê dikuje. Dema ku lawik bala xwe didê wayê di aliyê wiyalî Bîrê de ronahîyekî dixwiye! Lawik xwe li wê ronahî yê digre û wêda diçe. Dema ku bala xwe didê, hundurê Şikeftê tije mar in û Şahmeran jî wayê di nava wan de vezalyaye!

Dema ku Şahmeran çav li lawik dikebe: Ji lawikra dibêje bi Xwedê eger ku em te nekujin mirana min bi destê te ye. Ji lawik ra dibêje bila Mar bi te vedin û te bikujin, êdî xelasî ya te ji destê me tune ye. Lawik digrî, lava û tika jê dike, dibêje eman, hewar ma ji bona Xwedê çima tu min dikuje, ka min çi zirar û ziyana te kirî ye, ez gunehim tu min nekuje.

Şahmeran jê ra dibêje, eger ku em te nekujin: tu yê here cihê min ji xelkê ra bibêje, xelkê were min bikuje. Lawik dibêje ka te çi zirar û ziyana min kiriye ku ez herim cihê te ji xelkê ra bibêjim!…

Werhasil lawik jê ra sond dixwe û sozê dide Şahmeran, jê ra dibêje eger ku tu min berbide, ez cihê te ji tu kesekî ra nabêjim. Wer hasilê kelam lawik Şahmeran qanî dike. Şahmeran jê ra dibêje mafir ko wisa ye, ezê jî gelek Aqût, Zimrûd û Almast’ê bidim te, tu jî here ji xwe ra pê jiyaneke baş bike, lê bi mercên ku tu cihê min ji kesî ra nebêje. Viya dibêje bi sozê mêran be, ez cihê te ji tu evdekî Xwedê ra nabêjim, her wiha jê ra sipas dike, dibêje Xwedê ji te razîbe.
Şahmeran ji Maran re dibêje herin ewqas Aqût, Zimrûd û Almast’ê bidinê û ji şikeftê derxînin bila here. Mar daxwaza Şahmeran bi cih tînin û lawik ji şikeftê derdixînin û lawik tê.
Di Dawî yê de Lawik bi Şahmeran ra Îxanetê dike!!!

Di wê demê de Qiralê bajêr bi nexweşiyeke xerab dikebe. Çiqas Bijîşk û Nojdar li wê herêmê hebûnin. Qiral fermandike hemû yan li hevdû di civîne. Vana li ser nexweşiya Qiral lêkolînan dikin û testê xwîna wî û hwd. yan hemû çêdikin. Dibêjin wele dermanê te bitenê Goştê Şahmeran e. Eger ku tu bikaribe cihê Şahmeran destnîşan bike û bikuje, hinekî goştê wî bixwe, tu yê pê sax bibe. Na eger ku tu goştê Şahmeran nexwe, tu yê bi vê nexweşiyê bimre, teqez êdî xelasiya te tuneye.

Tirsa mirinê dikebe hundurê Qiral Qiral, di cî de ferman dike ji Telalan re; dibêje têkebin nava bajar, bibêjin kî cihê Şahmeran ji Qiral ra bibêje. Qiral hemû serweta xwe dide wî…
Telal dikebin nava bajar, li defa gazî û hewarê dixînin, eybe eybe, tu kesekî deng ji xwe nayne. Jixwe Şahmeran gelek gewher daye lawik lawik, bi qasî Qiral dewlemend e, pêdivîya wî jî bi malê dinyayê tuneye ku cihê Şahmeran ji wan ra bibêje. Her wiha ji xêncî lawik jî tu kesekî cihê Şahmeran nizane ku ji Qiral ra bibêje. Dema ku Telal tu encameke erênî nagrin, di zivirin tên hinda Qiral. Jê ra dibêjin hal û mesele yên me ev in, me hêvîya xwe birî, me tu encamekî erênî negirt.

Qiral cardin ji Telalan re ferman dike, dibêje herin îcar jî bibêjin kî cihê Şahmeran ji Qiral ra bibêje; Qiral Textê xwe, Qîza xwe û hemû serweta xwe dide wî.

Dema ku Telal vê hewarê dixînin nava bajêr. Qîza Qiral jî wisa bedew û rind bû ye, weke Hîv û Ro bû ye. Dema ku lawik vê xiberê hiltîne hiş û aqil ji serê wî derdikevin, êdî sond û soza xwe jî, ji bîra dike, sermest û serxweş dibe. Di cî de li xwe tê mikurê dibêje wele ez cihê Şahmeran dizanim. Qiral tîne lawik di dewsa xwe de dike Qiral, qîza xwe û serweta xwe hemû dide wî. Lawik jî cihê Şahmeran ji Qiral ra dibêje. Vana diçin Şahmeran tînin ji Qiral ra dikin derman. Qiral ji nexweşiya xwe azad dibe. Bila Lawik bi Qiral’î û miradê xwe, em jî bi ê xwe şabin.


Çîroka mi l’ civata yaran
Rehmet li dê û bavê guhdaran
Ji xêncî xayîn û gemaran


(Hikayenin Türkçesi için: http://watekurd.blogspot.com/2011/05/mardin-sahmeran-efsanesi.html  linkini tıklayınız.)




...