31 Mart 2012 Cumartesi

Hosînameya Qazî Mihemed - Qazî Mihemed'in Vasiyetnamesi






Qazî Mihemed'in Vasiyetnamesi*

* "Çocuklarınız okusun, çünkü biz Kürt halkının, öteki miletlerden eksik bir şeyimiz yoktur, yalnız eğitimin dışında. Öteki halkların kervanından geri kalmamak için okuyun, yalnız eğitim düşman için öldürücü silahtır.
İnanın ve bilin ki, kaynaşmışlıklığınız, birbirinize bağlılığınız ve öğreniminiz iyi ve çok sağlam olursa, düşmanınız üzerinden de başarılı olursunuz"

* "Bir evde o evin ferdi her kes nasıl ki, farklı ve degişik işten anlar, o işi o­nu anlayana verirler, artık kimse o­nu kıskanmazsa, işte Kürdistan'ın tümü de öyle bir evdir.

Elinden iş gelen o ailenin bir ferdini bildiğinizde, bırakın (karışmayın), yapsın. Artık, sakın önüne taş koymalarınız olmasın ve sakın, içinizden birinin elinde büyük bir sorumluluk olduğunda kızmayın."

Vasiyetname'nin Kurmancisi ve Türkçesi;


"Zarok û birayên min yên ezîz!,

Birayên min yên bêmaf ku maf û para wan hatî xwarin, gelê minî zor û zulim lêkirî!

Vaye ez di deqeyên dawiya jiyana xwe da, çend şîretan li we dikim:

Werin ji bo xatira Xwedê êdî neyartiya hev neken, hev bigirin û pişta xwe bidin hev. Li hemberî dujiminê zordar û zalim, li berxwe bidin. Dujimin ewqas û heya wê demê we dixwaze heya ku karê xwe bi we bide cî bi cî kirin û qet rehma xwe bi we naîne. Di her derfetekê da, qet ji we nabihûre.

Dujiminên gelê Kurd pirin, zalimin, zordarin, bêrehmin. Remza serkevtina her gel û netewekê, hevgirtin û yekbûne û piştgîriya tevaya gel e. Her gelekî ku yekîtî û tebayî(tevîhevbûn) pêre tunebe, herdem yê li jêr destê dujiminên xwe de bimîne.

Hûn gelê Kurd! tiştekî we ji yê gelên ser rûkê vî erdî kêmtir tuneye, belkî ji aliyê mêranî û xîret û jêhatîbûnê, ji piraniya wan gelên ku rizgar bûn, pêşdetir in jî.

Ew netewên ku ji destê dujiminên xwe yên zordar rizgar bûn, mîna wene, lê ewên ku xwe rizgar kirine, yekîtî di navbera wan de hebûye.

Bila hûn jî mîna hemû gelên rû erdê, êdî jêrdest nebin. Tenê bi yekgirtinê û çavnebarîkirin(hesûdî nekirin)a ji hev û xwe nefirotina bi neyaran û karê li dijî netewa me, dikarin rizgar bibin.

Birayên min! êdî bi derewên dujimin neyên xapandin, dujiminê Kurd ji her reng û kom û qewmekê be, dîsa jî dujimine, bêrehme, bêwijdane, rehmê bi we nake, we bi dest hev û din dide kuştinê, temahîyê dide ber we, bi derew û fêlbazîyan we berdide hev.

Di nava hemû dujiminên gelê Kurd da, neyartiya Ecem ji tevan zalimtir, milûntir û Xwedî nenastir û bêrehimitire. Ew ji kirina ti tawanekê li hemberî gelê Kurd destê xwe venagerînin.

Di dirêjahiya dîrokê de wan bi gelê Kurd re, xerez û kîneke rîşedar hebûne û (hê jî ew kîn) hene.

Binêrin, temaşeken hemû mirovên mezin yên gelê we, ji Simaîl Axayê Şikak bigire heya Cewer Axayê birayê wî û Hemze Axayê Mengor û çend û çendîn mirovên din, tev bi awayê xapandinê, berê bêdeng(aram) kirin û gel ji wan dûr xistin û piştre pir bi nemerdî, ew kuştin.

Ew tev bi sond û Qûranê xapandin ku goya Ecem bi wan re xwedî nîyetek başin û qenciyê bi wan re dike. Lê tenê Kurd e ku xweşbawer e û bi sond û soza Eceman hatiye xapandin û bawerî bi wan anîye, lê heya niha jî bi dirêjahiya hemû dîrokê, kesî nedîtiye ku heta carekê jî Ecem bi sond û soz û ew peymanên ku dane serokên Kurd, wefadar bin û pêkbînin û sozên bi gelê Kurd re cî bi cî biken, tev derew û fêlbazî bûne.

Êca vaye ez mîna birayekî biçûkê we, di riya Xwedê da, jo bo xatira Xwedê ji were dibêjim: Hev bigirin û qet pişta hev berneden. Baweriya we hebe ger Ecem hingiv jî bidin we, xuyaye ku jehir xistiye navê. Bi sond û soza Eceman ya derew neyên xapandin, çimkî ger hizar caran jî ew dest li Qûrana pîroz biden û sozê biden we, bi bawerî bin ku armanca wan xapandina weye, heya ku we bixapîne.

Vaye ez di demên dawiya jiyana xwe de ji bo xatra Xwedayê mezin li we şîretan dikim, ji were dibêjim û Xwedê bixwe dizane ku ewa ji destê min hat, bi ser û can û têkoşan, bi şîret û rênimonî û nîşandana rêya rast bo we, min ti kêmasî nekirine.

Niha jî di vê dem û rewşê da, dîsa jî we agehdar dikim ku êdî ticarî bi gotinên Eceman neyên xapandin û bi sond û dest li Qûranê dayîn û qewil û sozên wan bawer neken. Çimkî Ecem ne Xwedê nas dikin û ne jî baweriya wan bi Xwedê û pêxember heye û ne jî baweriya wan bi roja qîyamet û hisab û kitabê heye. Li cem wan ji ber ku hûn Kurdin, bila misilman jî bin, tawanbar û mehkûmin, hûn ji wan re dujimin, ser û mal û canê we ji wan re helale û ji xwe re bi xeza dizanin.

Soz û peymana min ew nebû ku ez herim û we di nava destê van dujiminên dilreş de bi cî bihêlim(bi tenê bihêlim), gelek caran jî min bîr li ser dema bihûrî û mirovên me yên mezin kiriye, ku Eceman bi xapandin û sond û derew û fir û fêlbazîyan, ew girtine û kuştine. Çimkî di qada şer da bi wan nekarîne û nekarîne li hemberî wan li berxwe bidin. Ji bona wê neçar mane bi derew û fir û fêlan ew xapandine û kuştine.

Tevaya vana li bîra min bûn, min qet jî bi Eceman bawerî nekiriye, lê Eceman jî beriya vegera bo vira çendîn caran bersiv û xeber bi name û bi şandina kesên navdarên Kurd û Fars û bi dayîna soz û peymanên zêde ku dewleta Ecem û şah bixwe niyetek xêrê heye û heta amade nîne ku dilopek xwînê jî li Kurdistanê bê rijandin.

Niha hûn encama sozên wan bi çavên xwe dibînin. Ger serokên hoz û eşîretên me yên Kurd xiyanet nekirana û xwe nefirotana dewleta Ecem, em û hûn û komara me wiha bi serî de nedihat.

Şîret û wesiyeta min ji were ev e: Bila zarokên we bixwînin, çimkî em gelê Kurd, tiştekî me ji milletên din kêmtir nîne, tenê xwîndin nebe. Bixwînin ji bo wê hindê ku ji karwanê gelên din paşde nemînin, tenê xwîndin çeka kuştinê ye ji bo dujimin.

Bi bawerî bin û bizanin ku ger tebayî(tevhevî) û hevgirtin û xwîndewariya we baş be, pir baş jî hûn yê bi ser dujiminên xwe de bi ser jî bikevin. Nabe ku çavê we bi kuştina min û bira û pismamê min bitirse, hê divê gelek kesên din yên mîna me di vê rê da canê xwe fîda biken, heya ku hûn digehin armanc û xwezîyên xwe.

Ez di wê baweriyê da me ku piştî me jî gelek kesên din dîsa yê bi fir û durûtîyê ji holê bên rakirin.

Ez bawerim ku pir kes piştî me jî yê bikevin dava hîleyên Eceman, ku ji me jî zanatir û jêhatîtir dibin, lê hîvîdarim ku kuştina me bibe bi şîret û îbret ji bo dilsozên gelê Kurd. Wesiyeteke min ya din ji were ewe ku ji Xwedayê mezin dawa biken, her tiştê we ji bo serfiraziya vî gelî kir, hevkarî ji aliyê wî re bo we bê.

Ez bawerim ku Xwedayê mezin yê bi ser bêxîne û yê hevkariya we bike.

Dibe ku hûn bibêjin lê çima ez(Qazî Mihemed) bi ser neketim, di bersivê da dibêjim:

Bi wî Xwedê ez bi serkevtim, çi heyîyek(nîmetek) û çi serkevtinek ji wê mezintire ku waye ez niha di rêya gel û netewe û welatê xwe de, ser û mal û canê xwe di rêya wê da didim. Bawer biken ez bixwe ji dil bi hîvî bûm ku ger mirim bi mirinekê bimirim ku li hizûra Xwedê û gel û netewa xwe da, rûsor bim. Ji min re ev mirin, serkevtine.

Xoştivî û ezîzên min,

Kurdistan malê hemû Kurdekê ye.

Mîna ku di malekê da endamên wê malê herkesek ji her cûre kar û kiryarekê dizane, wî karî dispêrin wî, êdî kesî çavê hesûdiyê li ba nîne, Kurdistan jî hema ew male.

Ger we zanî kesek ji endamên wê malê karek ji dest tê, berden(lêgerin) bila bike. Êdî nabe kevir bêxin ser rêya wî(yanî astengan li ser rêya wî çêken) û nabe bi vê dilgir(nerihet) bin ku yek ji we berpirsyartiyek mezin di destê wî deye. Ger karekî mezin ket ser milên kesekî û birêve dibe, xuyaye ku jê dizane û berpirsyartiyek mezintir jî li hemberî wê wezîfê de heye.

Bi bawerî be ku birayê te yê Kurd hê baştir e, kîn di dilê dujimin de ye û ger berpirsyartiya mezin neketa ser milên min, niha di bin sêdara îdamê da nedisekinîm. Ji bona wê jî nabe ku em li hemberî hev hesûd(çavnebar) bin.

Ewên ku fermanên me cî bi cî nekirin, ne tenê ferman cî bi cî nekirin, belkî bi temamî neyartî jî bi mere dikirin. Çimkî me xwe bi xizmetkarên gelê xwe dizanî. Niha ew di nava mal û zarokên xwe de, di nava xewa şirîn de ne, lê em bi navê xizmetkirina ji gel re, vaye li jêr darê sêdarê ne û demên dawiya jiyana xwe bi vê wesiyetê bi dawî tînim. Êca ger berpirsiyartiyek mezin li ser milên min jî nebûya, niha ez jî yê mîna we di nava mal û zarokên xwe da, di nav xewa şirîn de dibûm.

Ew tiştê ku şîretan bo çaxê piştî xwe li we dikim, ev jî yeke ji wan berpirsyartiyane ku li ser milên mine. Ez bawerim ku ger kesekî din ji we, berpirsiyartiyên min bigirtana ser stoyê xwe, niha ewê li cihê min li jêr sêdara îdamê dibû.

Vaye ez li ser daxwaz(mebest)a razîbûna Xwedê û li pey berpirsyartiya li ser milên min, mîna Kurdekî xizmetkarê gel û di rêya baş de, ev çend şîretên baş min ji were kirin ku hîvîdarim ji vir û pêda îbretê werbigirin û bi temamî guhdarî şîretên min biken. Bi hîvîya Xwedayê mezin hûnê bi ser serê neyarên xwe da biser bikevin.

1. Baweriya we bi Xweda (maca min indellah) û perestişa Xweda û pêxember(rehma Xwedê li ser be) û cî bi cîkirina wezîfeyên olî bi hêz be.

2. Yekîtî û hevgirtinê di navbera xwe da biparêzin, karên ne layêq li hemberî hev neken û ji hev re çavnebar(hesûd) nebin. Bi taybetî di berpirsyartî û xizmet kirinê da.

3. Xwîndin û zanist û pileya zanyarîyên xwe bibin jor, ji bo ku kêmtir ji aliyê neyaran ve bên xapandin.

4. Bi dujiminan baweriyê neken, bi taybetî bi dujiminê Ecem. Çimkî bi çend sebeb û rêyan ve Ecem dujiminê weye. Dujiminê gel û nîştiman û ola weye. Dîrokê bi me daye selmandin ku bi berdewamî ew bi Kurdan re bi hincet(hecet an jî behane) ne û bi tawana herî kêm yê we bikûjin û ji kirina ti tawanekê li hemberî Kurdan, destê xwe venagêrin.

5. Ji bo çend roj jiyana bêqîmeta vê dinê xwe nefiroşin dujimin, çimkî dujimin dujimine û cihê çi bawerpêkirinê nîne.

6. Xiyanetê li hev neken, ne xiyaneta siyasî û ne giyanî û malî û namusî. Çimkî xiyanetkar li cem Xwedê û mirov sivik û tawanbare. Xiyanet bi ser rûyê xiyanetkar da vedigere.

7. Eger kesek ji we karî karên we bi bê xiyanetkirin encam bide, hevkariya wî biken. Bi çi awayî ji ber hesûdî û bexîliyê da li dijî wî bisekinin an jî Xwede neke li ser wî bibin sîxorê bîyanîyan.

8. Ew cihên ku min di vê wesiyetnamê de nivîsandine ji bo mizgeft, nexweşxane û xwîndingehan, hûn tev dawa biken heya tên çêkirin û sûd yê ji wan bê standin.

9. Hûn ji dewama xebat û têkoşanê nesekinin, heya ku mîna hemî gelên din li jêr destê dujiminan rizgar dibin. Malê dinê ne tişteke, ger welatekî we hebe, serbestiyek we hebe, mal û ax û nîştimana we ya we bixwe be, wê demê hemû tiştekî we heye, hem mal, hem heyîtî(sirwet), hem dewlet û abirû(heysîyet) û nîştimana we jî yê hebe.

10. Ez bawerim ku tenê mafê Xwedê nebe, mafê kesekî din li ser min hebe, lê ger kesek li cem xwe wiha dizane ku kêm heya zêde tiştekî wî li cem min heye, serwetekî pir zêde min li pey xwe hiştiye, bila here ji warsên min bixwaze û bistîne.

Heya hûn hev negirin, sernakevin.

Zulim û zorê li hev neken, çimkî Xweda gelek zû mirovê zalim ji holê radike û ji beyîn dibe. Ev soza Xwedaye bê kêm û zêde, zalim yê hildiwşe, Xwedê tole(întiqama) zordariyê jê distîne.

Hîvîdarim hûb guhê xwe bidin min û Xwedê we bi ser dujiminan da bi ser bêxîne, mîna Seidî kerem dike:

Moradê ma nesîhet bod û goftîm
Hewalet ba Xuda kerdîm û reftîm."

Xizmetkarê gel û nîştiman
Qazî Mihemed, 29.03.1947, Mihabad





Türkçe çevirimiz;

Qazî Mihemed'in Vasiyetnamesi


"Aziz çocuk ve kardeşlerim!


Haksız bırakılmış, hak ve payları yenilmiş kardeşlerim, zora ve zulüme uğramış halkım!


İşte, ben yaşamımın son dakikalarında, sizlere bazı nasihatlar ediyorum:


Gelin Tanrı hatırı için, artık birbirinize düşmanlık etmeyin, birbirinizi tutun ve sırtınızı birbirine verin. Zalim ve zorba düşmana karşı, direnin.


Düşman sadece isteklerini yerine getirinceye kadar isteklerini yerine getirinceye kadar ister (sizi sever) ve size hiç merhamet etmez. Her halükarda sizi katiiyen bağışlamaz.


Kürtlerin düşmanları çoktur, o­nlar zalim, zorba, merhametsizdirler.


Her halkın ve milletin başarısının işareti, tüm halkın birbirine bağlanması ve birliği ve dayanışmasıdır. Birlik ve kaynaşmadan yoksun olan her halk, daima düşmanının eli altında kalır.


Siz Kürt Halkı!
Bu yeryüzündeki halklardan eksik bir şeyiniz yoktur, yiğitlik, gayret ve becerililik yönlerinden, kurtulan o halkların çoğunluğundan, belki daha da ilerisiniz. Zorba düşmanlarının elinden kurtulan o milletler, sizin gibiler, Ama kendini kurturanların arasında birlik vardı.


Varın siz de yeryüzündeki tüm milletler gibi, artık ezgi altında kalmayın.


Sadece birlik olarak ve birbirinize karşı kıskançlık etmeden (çekememezlik etmeden) ve kendinizi düşmanlarınıza satmadan ve milletimize karşı çalışmadan, kurtulabilirsiniz.


Kardeşlerim!
Artık düşmanın yalanlarına aldanmayın, Kürdün düşmanı hangi renk ve topluluktan ve milletten olursa olsun, yine de düşmandır, acımasızdır, vicdansızdır, size merhamet göstermez, sizi kendi ellerinizle birbirinizi öldürmeye verir, açgçzlülüğü karşınıza koyuyor, yalan ve oyunlarla sizi birbirinize karşı bırakıyor.


Kürt halkının bütün düşmanları içerisinde, Acem (yani Îran) düşmanlığı tümünden daha zalim ve melün, Tanrı tanımaz ve merhametsizdir. o­nlar Kürt halkına karşı işlenebilecek hiç bir suçtan geri çekilmezler. Tarih boyunca o­nlar Kürt halkına karşı köklü bir düşmanlık, kine sahip olmuşlar (hala o kin).


Bakınız, görünüz halkınızın tüm ileri gelenleri, Smail Axayê Şikak’tan tutun ta kardeşi Cewer Axa ve Hemze Axayê Mengor’a ve daha başka nice nice insanlar, tümü kandırılma şekliyle, önce sessizleştirilerek ve halkı o­nlardan uzaklaştırarak ve sonra çok namertçe, o­nları öldürdüler.


Onların hepsini yemin ve Kur’an’la kandırdılar, güya Ecem o­nlar için iyi niyetli ve o­nlara iyilik yapıyorlar. Ama sadece Kürtler güzel sözlerle ikna oluyorlar ve Ecemlerin söz ve vaatleriyle aldanıyorlar ve o­nlara inanıyorlar, ama tüm uzun tarih boyunca, kimse Ecemin Kürt önderlerine vermiş olduğu vaatlere, söz ve anlaşmalara bağlı kaldığına, Kürt halkına vermiş olduğu sözleri yerine getirmiş olduğuna bir kez olsun kimse şahit olmamıştır.
Hep yalan ve hilekarlık olmuştur.


Öyleyse, işte ben sizin küçük bir kardeşiniz olarak, Tanrı yolunda, Tanrı hatırı için sizlere diyorum:


Birbirinizi tutun ve katiyen sırtınızı birbirinden ayırmayın. İnanınız ki, Ecem size bal da verse, içine zehir koymuş olduğu bellidir.


Yalancı Ecemlerin söz ve yeminlerine kanmayın, çünkü o­nlar Kutsal Kur’an üzerine ellerini bin kez basıp size söz verseler de, inanın ki amaçları sizin aldatılmanızdır, sizi kandırıncaya dek.


İşte yaşamımın son anlarında yüce Tanrı’nın hatrı için sizlere nasihat ediyorum, sizlere diyorum ve Tanrı şahittir ki, elimden bu geldi, başım, canım ve mücadelem, öğüt ve tavsiyelerim ve size doğru yolu göstermede, ben hiç yalnış yapmadım.


Şimdi de bu an ve durumda, sizi gene uyarıyorum ki, artık hiç bir zaman Ecemlerin sözlerine aldanmıyasınız. Ellerini Kur'an'a basıp vaat ve söz verişlerine ve yemin ve ahtlarına inanmıyasınız.


Çünkü Ecemler ne Tanrı tanır, ne de Tanrı ve peygambere inançları var, o­nların Kıyamet Günü’ne, hesap ve kitab’a da inançları yoktur. Sizler Kürt olduğunuzdan, o­nlar nezdinde, müslüman olsanız da, suçlu ve mahkümsunuz, sizler o­nlar için düşman, baş, can, malınız da helal gözüyle bakar bunu kendileri için doğal bilirler.


Söz ve ahtım, başımı alıp giderek sizi kara yüreğe sahip düşmanların ellerinde bırakmak(yalnız bırakmak) değildi, çok kere de geçmiş zamanları, Ecemlerin kendilerini oyunlarla kandırarak yakalamış ve öldürmüş oldukları büyük insanlarımızı anmışımdır.


Çünkü savaş meydanında o­nlarla baş edemediler ve o­nlara karşı direnemediler. Bu nedenle, çaresiz kalıp yalan, oyun ve hilekarlıkla o­nları aldattılar ve öldürdüler.


Bunların tümü aklımdaydı, ben katiyen Ecemlere inanmadım, ama ecemler buraya dönmeden önce, bir çok kez mektupla haber, cevap, ünlü kürt ve farsları göndererek Ecem devleti ve bizzat Şah’ın iyi niyetli olduklarını, Kürdistan’da bir damla kanın bile dökülmesini istemediklerinin söz ve vaatlerinde bulunuyorlardı.


Şimdi siz o­nların sözlerinin sonuçlarını gözlerinizle görüyorsunuz.


Şayet Kürt aşiret ve hoz liderleri ihanet etmeselerdi ve kendilerini Ecem Devleti’ne satmasalardı, bizim, sizin ve cumhuriyetimizin başına bu durum gelmezdi.


Sizlere Vasiyet ve Öğüdüm budur:


Çocuklarınız okusun, çünkü biz Kürt halkının, öteki miletlerden eksik bir şeyimiz yoktur, yalnız eğitimin dışında. Öteki halkların kervanından geri kalmamak için okuyun, yalnız eğitim düşman için öldürücü silahtır.
İnanın ve bilin ki, kaynaşmışlıklığınız, birbirinize bağlılığınız ve öğreniminiz iyi ve çok sağlam olursa, düşmanınız üzerinden de başarılı olursunuz.


Sakın gözünüz benim, kardeşim ve kuzenlerimin öldürülmemizden dolayı korkmasın. Sizler istek ve amaçlarınıza ulaşıncaya kadar, bizim gibi daha bir çok kişinin de bu yolda canlarını feda etmesi gerekecektir.


Ben o inançtayım ki, bizden sonra da başka bir çok kişi gene yalan ve ikiyüzlülükle ortadan kaldırılacak.


Ben inanıyorum ki,daha akıllı ve çalışkan olsalar da, bizden sonra da çok kişi Ecemlerin hile tuzaklarına düşerler.


Umut ediyorum ki, öldürülmemiz, Kürt halkının sadık evlatlarına ibret ve ögüt olur.


Size diğer bir vasiyetim de şudur ki, Yüce Tanrı’ya dava edin, yaptığınız her şey bu halkın mutululuğu için olduğundan işbirliği O'nun tarafından size gelecektir.


İnaniyorum ki, Yüce Tanrı başarıya ulaştıracak ve size yardımcı olacaktır.
Diyebilirsiniz ki, ben neden başaramadım, cevap olarak diyorum:


Tanrı şahidimdir, ben başardım; hangi kıymet ve başarı, işte şimdi benim halkımın, milletimin ve vatanımın yolunda baş, can ve malını veriyor oluşundan daha büyük olabilir.


İnanın, ben, kendimce yürekten umutluydum ki, ölürsem, öyle bir şekilde öleyim ki, tanrının, halk ve milletimin önünde başı dik olayım.


Benim için bu ölüm; başarıdır.


Saygıdeğer ve azizlerim,


Kürdistan her Kürdün malıdır.


Bir evde o evin ferdi her kes nasıl ki, farklı ve degişik işten anlar, o işi o­nu anlayana verirler, artık kimse o­nu kıskanmazsa, işte Kürdistan'ın tümü de öyle bir evdir.


Elinden iş gelen o ailenin bir ferdini bildiğinizde, bırakın (karışmayın), yapsın. Artık, sakın önüne taş koymalarınız olmasın ve sakın, içinizden birinin elinde büyük bir sorumluluk olduğunda kızmayın.


Eğer birinin omuzlarına büyük bir iş düştüyse ve o­nu yürütüyorsa, açıktır ki, o işi biliyor ve bu vazifeye karşılık da büyük bir sorumluluğu vardır.


İnan ki, Kürt kardeşin daha iyidir, kin düşmanın yüreğindedir ve şayet bu büyük sorumluluk omuzlarıma düşmeseydi, şimdi darağacında olmayacaktım. o­nun içindir de, birbirimize karşı çekememezlik yapmamız olmaz.


Emirlerimizi yerine getirmeyenler, yalnızca emirleri yerine getirmemezlik yapmadılar, belki de bize tam bir düşmanlık yaptılar. Çünkü, biz kendimizi halkımızın hizmetinde biliyorduk.


Şimdi o­nlar evlerinde çocuklarının yanında tatlı rüyalarındalar, ama biz halkımıza hizmet adına, işte darağacının altındayız ve hayatımın son anlarını bu vasiyetle sona erdiriyorum.


İşte, bu büyük sorumluluk benim de omuzlarımda olmasaydı, ben de şimdi sizin gibi evimde, çoluk çocuğumun içinde, tatlı rüyada olacaktım.


Kendimden sonraki zaman için yaptığım bu öğütler de, bilincinde olduğum sorumluluklardan biridir. İnanıyorum ki, eğer sizden biri de benim sorumluluklarımı üzerine almış alsaydı, şimdi o benim yerime daragacının altında olacaktı.


İşte, Tanrı’nın isteği ve rızasıyla ve sorumluluğumun bilinci ve izinde halkın hizmetkarı bir Kürt olarak ve iyi yolda, sizlere bu bir kaç iyi öğütte bulundum ki, umut ediyorum bundan itibaren ibret alır ve tamamen benim tavsiyelerimi dinlersiniz.


Yüce Tanrı’nın umuduyla siz düşmanınıza karşı başarı sağlarsınız.


1. Tanrı'ya (maca min indellah) inancınız, Tanrı ve Peygamber'e (Tanrı'nın rahmi üzerinde olsun) dualarınız ve dinsel vazifeleri yerine getirmeniz güçlü olsun.


2. Birlik ve birbirinizin elini tutmayı aranızda muhafaza ediniz, birbirinize karşı hak etmediğiniz işler yapmayınız ve birbirinize karşıkıskançlık etmeyiniz. Özellikle sorumluluk ve hizmet edişte.


3. Düşmanlarınız tarafından daha az aldatılmanız için öğrenim, bilim ve bilgi düzeyinizi yükseltiniz.


4. Düşmanlara inanmayınız, özellikle düşman Ecemlere. Çünkü, birçok sebep ve nedenden dolayı Ecem sizin düşmanınızdır. Halkınızın, anayurdunuzun ve dininizin düşmanıdır. Tarih bize göstermiştir ki, o­nlar sürekli olarak Kürtlere karşı bahane ve gerekçe bulmak ve Kürtleri öldürmekten, ve o­nlara karşı suçlamalardan vazgeçmezler.


5. Bu dünyanın kıymetsiz bir kaç günü için kendinizi düşmana satmayın, çünkü düşman düşmandır ve o­na inanmak için hiç bir sebep yoktur.


6. Birbirinize karşı ne siyasi, ne can, ne mal, ne de namus ihaneti etmeyin. Çünkü hain tanrının yanında alçak ve günahkardır. İhanet haine geri döner.


7. Eger içinizden biri işini hainlik etmeden sonuçlandırıyorsa, o­nuna yardımcı olun. Hiç bir şekilde kıskançlık ve aptallık yüzünden o­na karşı gelmeyin. Ya da Tanrı korusun o­na karşı yabancı casusluğu yapmayın.


8. Vasiyetnamemde cami, hastahane ve okullar için yazdığım yerler için davanızı sürdürün taki yapılana kadar ve o­nlardan faydalanın.


9. Mücadelenin devamı için ugraşınızdan vazgeçmeyin, yeryüzündeki bütün öteki halklar gibi kurtuluşa kavuşana kadar. Dünya malı bir şey değildir, şayet bir ülkeniz olursa, özgürlügünüz olursa, hem mal, hem varlığınız (servetiniz), hem devlet hem haysiyet ve vatanınız da olmuş olacaktır.


10. Ben inanıyorum ki, sadece Tanrı hakkı olmasın, eğer başka birinin bende hakkı kalmışsa, eğer biri bende az yada çok bir şeyi oldugunu biliyorsa, arkamda büyük bir servet bırakmışım, gitsin mirasıma sahip olanlardan istesin ve alsın.


Birbirinizi tutmayana kadar başaramazsınız. Birbirinize karşı zulüm ve zor kullanmayın. Cünkü, Tanrı zalim insanı çok çabuk ortadan kaldırır. Bu abartmasız ve eksiksiz Tanrı sözüdür, zalimler çökecek, Tanrı zalimden intikam alır.


Ümit ediyorum ki, biraz beni duyacak ve Tanrı sizleri düşmana karşı başarıya ulaştıracaktır, Seidî gibi lütfediyor:


Moradê ma nesîhet bod û goftîm
Hewalet ba xuda kerdîm û reftîm."


Halk ve Vatan Hizmetkarı
Qazî Mihemed, 29.03.1947, Mihabad


*Mehabad Kürdistan Cumhuriyeti Cumhurbaşkanı Qazi Mihemed'in Çarçıra meydanında şehit edilmeden birkaç dakika önceki vasiyetnamesi, 50 yıl aradan sonra, Iran askeri arşivlerinden çıkarılmıştır.Kurmancisi'nin ilk kez, Kakşar Oremar tarafindan Tirej sitesinde yayınlanan Vasiyetname'nin orjinal metni ne yazik ki elimizde degildir.